PeyamaKurd – Li navçeya Sêweregê ya bi ser Rihayê li ser rêya navbera Qerejdaxê û Sêweregê du otomobîl lihev ketin û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Kesên ku qezayê dîtin, tîmên tenduristiyê agahdar kirin û tîmên tenduristiyê ji ciyê qezayê birîndaran birin nexweşxana Sêweregê bo dermankirinê.
Her dû erebe ji ser rê hatin rakirin û li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin