Li Hewlêrê projeyeke mezin digel Tokyoyê hat destpêkirin

Li Hewlêrê projeyeke mezin digel Tokyoyê hat destpêkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê projeyeke mezin û stratejîk bo Herêma Kurdistanê hat destpêkirin ku wê pirsgirêka ava giran a bajarê Hewlêrê jî çareser bike.

Îro li Hewlêrê rêûresma îmzekirina girêbesta çakirina karta xizmetguzariyê ya li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Wezîrê Şaredarî û Geştiyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di civîneke rojnamevanî de ragihand, wezareta wî îro rêkeftinek bi Ajansa Japonyayê bo Hevkariya Navdewletî (Cayka) re ji bo çakirina karta xizmetguzariyê li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê îmze kir.

Ewnî got, ev girêbest di çarçova deyndariya Japonyayê ji Iraqê re hatiye îmzekirin û yek ji xalên wê, dirustkirina kenalên jêrzemînê yên ava giran li bajarê Hewlêrê ye.

Beriya niha Tokyoyê ragihandibû, pareke Herêma Kurdistanê ji deynên Japonyayê bo Iraqê heye.

Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî li ser girêbestê diyar kir, projeya dirustkirina kenalên ava giran li Hewlêrê, li ser 4 qonaxan dibe û 77 mehan dirêj dike. Ev proje dê hemû metirsiyên tenduristiyê û jîngehê bidawî bike.

Ev proje di çarçoveya hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, yên bo çakirina jêrxaneya xizmetguzariyê tê encamdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin