Muxalîfan hêzên Esed dan ber topan

Muxalîfan hêzên Esed dan ber topan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku koma çekdar a bi navê Hurras ed Din li çoltera Hemayê êrîşî hêzên rejîma Sûriyê kiriye û ew dane ber topan.

Li gor çavkaniyên herêmê.koma çekdar Hurras ed Dîn ku şerê hêzên Esed, Îran û Rûsyayê li ser erda Sûriyê dike bi topan êrîş biriye ser çeperên hêzên artêşa Sûriyê yên li gundê Muhraba yê bakurê Hemayê.

Koma çekdar a muxalîf êrîşa ser hêzên artêşa Sûriyê li ser hesabên medya civakî piştrast kir û diyar kir ku di êrîşa topan de 8 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin û hejmarek jî birîndarên wan hene.

Herwiha dîmenên êrîşan jî li ser torên medyayî hatin belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin