PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber wefata xwişka wî Zekiye Barzanî ji Serok Mesûd Barzanî re peyameke sersaxiyê şand.
Erdogan di peyama xwe de li ser navê xwe û li ser navê miletê Tirkiyê hêviya tendirustiyê ji Serok Barzanî re xwest.
Erdogan di peyama xwe de wiha got: “Bi xemgîniyeke mezin min nûçeya koça dawî ya xwişka we Xanim Zekiye Mistefa Barzanî wergirt. Ez sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazim.”
Xwişka Serok Barzanî Zekiye Barzanî danê siba 23.02.2024an ji ber nexweşiya xwe koça dawî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin