PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo du rojan qedexeya her cûre civîn, meş û çalakiyên cemawerî ragihand.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di çarçoveya destûra yasayan de, qedexe ji bo êrîş û çalakiyên muhtemel hatiye ragihandin.
Hatiye diyarkirin ku mebesta vê qedexeyê jî pêşîgirtina çalakî û êrîşan û parastina can û malê xelkê ye.
Li gorî biryarê dê 26-27ê Tebaxê li nav sînorên bajarê Wanê her cûre çalakiyên wekî meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana çadiran, çêkirina rapirsîyan, danîna stantan, belavkirina belavokan û çalakiyên wekî kampanyayên îmzeyan qedexe bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin