PeyamaKurd - Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ragihand ku Pêşmerge û artêşa Iraqê derbarê tijekirina valahiya ewlehiya Kifriyê li hevkirine.
Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal daye xuyakirin ku Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo tijekirina valahiya emnî li Kifriyê rêkeftine û da zanîn, wê hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê sengerên hevbeş ên nû li Kifriyê deynin.
Lîwa Qareman Şêx Kemal destnîşan kir ku piştî bûyera 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna Pêşmergeyan ji herêmê valahiya emnî li herêmê çêbûye û ew hêvî dikin bi wê rêkeftinê rê li ber êrîş û metirsiya terorîstên DAIŞê bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin