Cezayê heya bi heyayê dan rêvebirên Îxwan

Cezayê heya bi heyayê dan rêvebirên Îxwan

PeyamaKurd- Li welatê Misrê di doza Zîndanan û êrîşa ser sînorê rojhilat de, dadgeha Cezayê Giran ya Misrê bo 11 kesan cezayê heya bi heyayê an ku 25 sal cezayê zîndankirinê da wan. Di nav kesên ku ceza bo wan hatiye dayîn de serokê rêvebiriya Konseyê ya Rêxistina Birayên Misilman Muhammed Bedî’î jî heye.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Misrê MENA yê; Dadgeha Cezayê Giran ya Misrê di celseya îro ya dadgehê de, bo Bedî’î û 10 kesên din cezayê heya bi heyayê da. Bo 8 kesan 15 sal û bo 9 kesan jî biryara beraetê da. Di nav kesên ku cezayê heya bi heyayê dane de; Îsam el-Aryan, Muhammed Bîltacî û Sa’ad el-Huseynî hene ku rêvebirên rêxistina Îxwanê ne.

Di nav sûcdaran de serokê Misrê yê berê ku bo serokkomariyê hatibû hilbijartin Muhammed Mûrsî jî hebû lê bi sedema mirina wî ya di zîndanê de, navê wî ji nav lîsteyê hat derxistin.

Mafên kesên cezakirî heye ku do dadgeha bilind ya Misrê din av 60 rojan de îtîrazê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin