Li Samê gelek teqîn çêbûn

Li Samê gelek teqîn çêbûn

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Sûriyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi şev bi moşekan êrîşî hin xalên Şamê kiriye û di êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Wezaretê ragihand ku êrîşa moşekî ya Îsraîlê ku gelek xalên derdora Şamê hedef girt, ji aliyê pergalên parastinê ve hat astengkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên moşekî yên Îsraîlê tenê zirara madî çêbûye û gelek moşek jî hatine xistin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê di saet 01:00ê şevê de li Şamê gelek xalên ku welatiyên biyanî lê bi cih bûne kirine armanc.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 10 êrîş li Sûriyê, 7 ji esmanî û 3 ji bejayî pêk anîne û li 28 armancan xistine ku di nav wan de depoyên cebilxane, hejmarek navend û baregehan jî hene.

Di êrîşan de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn ku ji wan 6 şêwirmendên leşkerî yên Pasdarên Şoreşa Îranê, 4 endamên Hizbullaha Lubnanî, 3 endamên komên milîsên Iraqî û 10 endamên komên milîs ên Îranê ne.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin