PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb, Husam Zekî ragihand ku Komkara Ereb êdî Hizbullahê weke "rêxistineke terorîst" nabîne.
Cîgirê Sekreterê Giştî Zekî piştî serdana xwe ya Beyrûtê ji televîzyona El-Qahîre El-Îxbariyê ya Misrê re axivî.
Zekî balê kêşa ser ragihandinên berê yên Komkara Ereb ku Hîzbullahê wek rêxistineke "terorîst” pênase dike û bi bîr xist ku ji ber vê pênasekirinê Komkara Ereb bi Hizbullahê re pêwendî saz nedikir.
Husam Zekî diyar kir ku "Welatên endamên Komkara Ereb li hev kirine ku Hizbullahê weke rêxistineke terorîst nebînin" û diyar kir ku bi vê biryara nû, rê li ber sazkirina pêwendiyên Komkara Ereb û Hizbullahê jî vebûye.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb, Husam Zekî got: "Komkara Ereb êdî Hizbullahê weke rêxistineke terorîst bi nav nake."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin