PeyamaKurd – Serwîsa Federalî ya Rûsyayê (FSB) ragihand ku operasyoneke dijî şaneyeke DAIŞê li herêma Stavrapolê hatiye kirin û endamên şaneya veşarî hatine desteserkirin.
FSBê daye xuyakirin ku ew şaneya veşarî ya DAIŞê di nav hewldana çalakiyên terorî û vegera nav refên DAIŞê de bû ku endamên şaneyê li xwe mikur hatine.
Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin bi fermana pêwendiyên xwe yên derve amadekariya êrîşeke ser termînala bajarê Stavropolê dikirin û ew hewla êrîşê hatiye têkşikandin û alavên ligel wan jî hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin