PeyamaKurd - Serokê Komîteya Asayîşa Neteweyî û Sîyaseta Derve di Civata Şûraya Komara Îslamî ya Îranê de, Mucteba Dûlnûr piştî kuştina Qasim Suleymanî ragihand ku hemû bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê di menzîla moşekên Îranê de ne.
Dûlnûr got ku ew êrîşa kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bê bersiv nahêlin û ew dikarin êrîşa piştşikandinê li Amerîkayê bikin ji ber ku 35 baregehên leşkerî yên Amerîka li herêmê di menzîla lêdana moşekên wan de ne
Wî herwiha got: “Êdî Amerîkî di deverê de selamet nabin û Civata Şûrayê bo gengeşekirina bersiva Îranê ya pêwsît dê kom bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin