Wê Îsraîl li Dîwana Edaletê ya Navdewletî de di 11-12ê Rêbendanê de bê darizandin

Wê Îsraîl li Dîwana Edaletê ya Navdewletî de di 11-12ê Rêbendanê de bê darizandin

PeyamaKurd – Welatê Afrîka Başûr ji bo komkujiya Îsraîlê ya li Xezzayê li Dîwana Edaletê ya Navdewletî doz vekiribû û wê doz di 11-12ê Rêbendanê de bê dîtin. Li ser mijarê berdevkê wezareta têkiliyên navdewletî û hevkariyê yê Afrîka Başûr Clayson Monyela, mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand û got:

“Eger em bi zelalî bêjin, Dîwana Edaletê ya Navdewletî roja daraza Îsraîlê ya doza ku me li Îsraîlê kir, destnîşan kiriye. Roja darazê di 11-12ê Rêbendana 2024an de ye. Wê daraz li Laheyê bibe û niha parêzerên me amadeyiya xwe dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin