PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, hewldana balafira bêmirov a Ukraynayê ya ku êrîşî paytext Moskowayê û herêma Moskowayê bike, bi şev hat astengkirin.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin, Ukraynayê di derdora seat 03.00an de li ser tesîsên li Moskowa û herêma Moskowayê bi drone hewla "êrîşa terorê" daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li herêma Îstra ya herêma Moskowayê balafira bêmirov ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hat îmhakirin."
Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku di hewldana êrîşê de tu ziyanên canî û xisar çênebûne û tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin.
Di nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Tassê ya ser bi servîsên hewayî ve girêdayî ye de, hat ragihandin ku li balafirgehên Vnukovo, Şeremetyevo û Domodedovo yên paytext Moskowayê daketin û rabûnên balafiran bi awayekî demkî hatine rawestandin û piştre sefer vegeriyan rewşa asayî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin