PeyamaKurd – Li Tirkiyeyê piştî ku rêveberiya aborî, darayî û xezîneyê hate guhertin û Mehmet Şîmşek wekî wezîr hate ser kar, bi sedema daxistina enflasyonê û parastina nirxê lîreyê Tirk li hember dolar, rojane bihayê kelûpelan tê zêdekirin û baca li ser gelek tişan jî tê bilindkirin.
Herî dawî şeva borî bi îmzeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, bilindkirina baca li ser sotemeniyê di rojnameya fermî de hate weşandin ku li gorî biryarê Baca Taybet (OTV) ji bo benzîn û motorînê ji 2,52 lîreyan bo 7,05 lîreyan hate zêdekirin.
Hate ragihandin ku dê bacên nû ji îro 16ê Tîrmehê pê de bên sepandin û herî kêm 6 lîre li sotemeniyê bê zêdekirin ku bihayê benzînê dibe 34.05 TL û yê motorînê jî dibe 32.32 TL.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin