PeyamaKurd – Li peravên Îzmîr û Balikesîrê 12 koçberên neqanûnî yên ku dixwestin bi qaçaxî biçin Yûnanîstanê hatin rizgarkirin, 83 koçberên neqanûnî hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, 12 koçberên neyasayî yên di keştiya ku ji ber nelirêtiyê li peravên navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê daketibûn, hatin xilaskirin, li navçeya Urlayê jî 11 jê zarok 62 koçberên neqanûnî hatin girtin.
Li aliyê din 21 koçberên neqanûnî li peravên Ayvalika navçeya Balikesîrê hatin girtin û hewl didan bi rêyên derqanûnî biçin Girava Lesbosê ya Yûnanîstanê.
Koçberên neqanûnî piştî karên xwe şandin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin