PeyamaKurd - Kolberekî xelkê Seqizê ku bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.
Kolberê bi navê Esed Hesenpûrê 25 salî, di 21ê vê mehê de, li devera sînorî ya Hengejaleyê ya Baneyê bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbû.
Hêzên leşkerî yên Îranê bêyî hişyariyekê bidin rasterast gule li Esed Hesenpûr reşandibûn.
Esed Hesenpûr li Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbiyê ya Baneyê li beşa çavdêriya taybet dihat dermankirin.
Hat zanîn ku Esed Hesenpûr canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên Kurdpayê di 75 rojan de, 7 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 105 kolber jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin