“Japonya dixwaze pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bike”

“Japonya dixwaze pêwendiyên bi Kurdistanê re xurtir bike”

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Balyozê nû yê Japonya li Iraqê, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê de kirin.

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê Naofumi Hashimoto kir, Serok Barzanî ji bo biserxistina pirojeyên Japonyayê li Herêma Kurdistanê, amadebûna xwe ji bo her hevkariyekê nîşan da.

Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo zêdekirina pêşxistina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Japonyayê de nîşan da.

Balyozê nû yê Japonyayê li Iraqê ji aliyê xwe ve, rola Kurdistanê di piroseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand û ragihand, ku Kurdistan navendeke giring ya aştî û aramiyê ye li navçeyê û Japonya hez dike di hemû waran de, pêwendiyên xwe li gel Kurdistanê bihêz bike, bitaybetî di warê abûrî de, ji ber ku bigotina wî: Ev aştî û aramiya li Kurdistanê heye, rê li pêşya veberhênanê xweş dike û tekez kir, ku ewê karên zêdetir ji bo vê meremê bike.

Herwiha Naofumi Hashimoto, diyar kir ku welatê wî giringiyeke mezin dide Kurdistanê û bizavan dike, ku pirojeyên stiratejî li Kurdistanê bicî bike û niha jî di warên av û karebê û bendavan de, alîkariya Kurdistanê dike û bizavan dike di warê çandiniyê de jî, pirojeyan pêşkêş bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin