PeyamaKurd – Li Almanyayê îro Yekşemê hilbijartina serokomar tê kirin ku careke din serokomarê niha Frank-Walter Steinmeier namzedê herî li pêş ê serokomariyê ye.
Partiyên Almanyayê li ser namzediya serokomarê niha hevnêrîn in û tê çaverêkirin, careke din Frank-Walter Steinmeier bibe Serokomarê Almanyayê, lewrna Partiyên opozîsyonê CDU û CSU jî piştgiriyê didin namzediya Steinmeier.
Wê di hilbijartina Serokomariya Almanyaya Federal de, 391 delegeyên SPDê, 233 delegeyên Keskan, 154 delegeyên FDPê, 445 delegeyên CDU û CSU deng bidin ku namzedê Partiya Çep Gerhard Trabert jî hevrikê wî ye. Lê belê li gorî lihevkirina partiyan bi îhtimaleke mezin careke din Frank-Walter Steinmeier tê hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin