Iraqê hemû dîplomatên xwe yên li Sûdanê vegerandin

Iraqê hemû dîplomatên xwe yên li Sûdanê vegerandin

PeyamaKurd – Piştî destpêkirina şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Bilez a Sûdanê ku zêdetirî hefteyek e berdewam dike, gelek welat balyozxaneyên xwe yên li wî welatî digirin û dîplomat û welatiyên xwe tehliye dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku hemû dîplomatkarên Iraqê yên li Sûdanê bo welat hatine vegerandin.

Ehmed Sehaf got, bi awayekî serkeftî hemû karmendên dîplomasiyê ji Balyozxaneya Iraqê ya li Xertûmê hatine anîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihandiye ku Amerîkayê balyozxaneya xwe ya paytexta Sûdan Xertûmê girtiye û hemû dîplomatên xwe tehlîye kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin