Ji Trump daxuyaniya Mûsil û Felûceyê: Me Mûsil û Felûce…

Ji Trump daxuyaniya Mûsil û Felûceyê: Me Mûsil û Felûce…

PeyamaKurd - Amerîkayê 4ê Tîrmehê roja serwebûna xwe bi çendîn çalakiyên li sernaserî welat pîroz kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump di çalakiyên pîrozbahiyê de axivî û amaje kir ku Amerîka xwediyê bihêztirîn artêşê ye û got Amerîkayê Mûsil û Felûce ji DAIŞê rizgar kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh (04.07.2019) li paytext Washington û li National Mall bîranîna 4î Tîrmehê roja Serxwebûna xwe ji Brîtanyayê ya sala 1776an bi amadebûna 100 hezaran kesan û bi avêtina lîstikên agirîn yên mezin pîroz kir.

Serokê Amerîkayê Donald Tramp di çalakiya roja serxwebûna Amerîkayê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: Şiyana me hebû ku em Felûce û Mûsilê rizgar bikin û sedî sedî dawî li xilafeta rêxistina terorîst DAIŞê bînin.

Herweha Trumpî amaje bi dîroka welatê xwe da û got: Bi dirêjahîya dîrokê leşkerên me bervanên azadiyê bûne û em xwediyê bihêztirîn artêşê ne li ser rûyê erdê.

Trump amaje bi wê yekê jî da: Tu tişt nekare Amerîka ragire, em ew gel in kul li dijî dîktatoriyan serkeftinan bidest dixe û zanînê belav dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin