Îmamoglu bo cara duyemîn mazbataya xwe wergirt û bi fermî dest bi kar kir

Îmamoglu bo cara duyemîn mazbataya xwe wergirt û bi fermî dest bi kar kir

PeyamaKurd – Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu ku bû Şaredara Bajarê Mezin a Stenbolê, mazbataya xwe ya destbikarkirinê wergirt. Îmamoglu erkê serokatiyê ji Parêzgarê Stenbolê û Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wergirt.

Serokê Hilbijartî yê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê (YSK) ya li Çaglayanê. Îmamoglu li Saziya Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê mazbataya xwe ya destbikarkirinê wergirt û derbasî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Saraçhaneyê bû.

Îmamoglu erkê xwe yê nû ji Parêzgarê Stenbolê û Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ali Yerlikaya di merasîma li avahiya Saraçhane ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat lidarxistin, wergirt

Di dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, berbijêrê CHPê Ekrem Îmamoglu bi bidestxistina 806 hezar dengên zêdetir ji berbijêrê AK Partiyê Binali Yildirim, weke Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin