Civîna li Cideyê ya li ser Rusya û Ukraynayê, bi dawî bû

Civîna li Cideyê ya li ser Rusya û Ukraynayê, bi dawî bû

PeyamaKurd- Di civîna ku li Cideya Erebistana Siûdî ji bo çareserkirina qeyrana şer a navbera Rusya û Ukraynayê hatibû lidarxistin de ji bo "berdewama şêwirê" hat lihevkirin.

Ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPAyê, daxuyaniya dawî ya civîna ku duh dest pê kiribû û îro li Cideyê bi dawî bû, weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li bajarê Cideyê bi serokatiya Alîkarê Sekreterê Ewlehiya Neteweyî yê Erebîstana Siûdî, bi beşdariya nûnerên zêdeyî 40 welatan û her wiha rêxistinên navneteweyî yên ku di nav wan de Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hebûn, civînek hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di civîna ku ji bo çareserkirina qeyrana Rusya û Ukraynayê hat lidarxistin de aliyan li ser "pêdiviya berdewamkirina şêwirên navneteweyî ji bo li ser bingeheke hevpar a ku rê li ber aştiyê amade dike bicivin" li hev kir.

Lîsteya welatên ku beşdarî civînê bûbûn jî bi vî awayî hat parvekirin: "Amerîka, Almanya, Arjantîn, Awustralya, Bahreyn, Îmarat, Brezîlya, Bulgaristan, Çîn, Çekya, Denmark, Endonezya, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Afrîkaya Başûr, Hindîstan, Holland, Brîtanya, Spanya, Swêd, Îtalya, Japonya, Kanada, Qeter, Kore, Kuweyt, Komor, Letonya, Lîtvanya, Misir, Norwêc, Polonya, Romanya, Slovakya, Urdun, Şîlî."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin