DAISê li Qamislo wesayîta bombebarkirî teqand: Kustî û birîndar hene

DAISê li Qamislo wesayîta bombebarkirî teqand: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku demek berê DAIŞê wesayîteke bombebarkirî li navenda Qamişloyê teqandiye û kuştî û birîndar hene.

Li gorî zanyariyan DAIŞê wesayîta bombebarkirî li taxa Xerbî kolana Munîr Hebîb a Qamişloyê teqandiye.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Qamişlo radigihînin ku ew êrîş piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyê şaneyên razayî yên terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin.

Nexweşxaneyên Qamişlo banga xwînê dikin, lê hîn derbarê hejmara kuştî û birîndarên vê êrîşê de agahiyên zelal belav nebûne.

Hêzên Hundirîn a Cizîrê herî dawî di ragihandineke xwe de diyar kirin ku di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û 9 kesên din birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin