PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper, got ku nêzîkbûna Tirkiyê bi Rûsya re şaş e û diyar kir, bi êrîşên Tirkiyê re destkeftinên dijî DAIŞê ketine xeterê.
Esper êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, wekî ‘dagirkeriya bêsînor’ pênase kir û got, operasyona Tirkiyê hiştiye ku destkeftiyên li dijî DAIŞê bi hevpeymanên Kurd re hatine bidestxistin bikevin xeterê.
Esper got, "Tirkiye me dixe nav rewşeke gelekî xirab” û da xuyakirin ku divê Tirkiye wekî berê bibe hevpeymaneke xwedî berpirsiyarî û destnîşan kir, “Tirkiye bi nêzîkbûna Rûsyayê re ketiye rêyeke şaş.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin