PeyamaKurd- Di salvegera beyana 11 ê adarê de, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî belav kir û di peyama xwe de got ku beyana 11 ê adarê belgeya baweriya Kurda ye ku hemû arîşe û problemên xwe, di rêya aştiyê de çareser bikin. Îro 50 sal di ser Peymana 11 ê Adarê de derbas bû. 11 ê adarê sala 1970 ê roja îmzakirina peymana navbera hukumeta Bexdayê û Kurdistanê ye. Bo salvegerê, serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî weha got:
“Îro di ser îmzakirina peymana 11’e adara sala 1970 ya di navbera serokatiya Şorişa Êlûnê û hukumeta Bexdayê de tam nîv asir derbas bû. Ev peyman destkeftiya serokê şoreşê, serokê mezin Mele Mistefa Barzanî ye ku bi sala xebatê kir da mafên xelkê Kurd bidest bixe. Peyman, bûye bingeha destkeftiyên ku paşî ketin destê xelkê Kurd.
Eger em îro beyana 11 ê adarê li vê derê bibîrtînin, ev rêzgirtina li ber têkoşîna bi sala ya xelkê Kurde ku bo mafên xwe têkoşiya ye. Ev belge nîşana xwestina aştiyê ya xelkê Kurd ji arîşeyan ber bi aştiyê ve ye. Ev dersekî û şîretekî dîrokiye bo pêkhateyên hemû Iraqê ku bo dahatûyeka xweş ava bikin, divê bi diyalog, xweşbînî, têgihiştin, rêzgirtin û bawerî bi mafên hev bînin.
Lewra em car din rêya çareseriyê bibîrdixin û daxwaza Iraqeka aram û bi îstîqrar temennî dikin. Di vê çarçoveyê de çawa me di demên borî de kir, di demên pêşiya me de jî em bo alîkarî û destekê amade ne.
Peymana 11 ê adarê bila berz û bi serberzî be. Silav bo hemî şehîdên di rêya azadiyê de û bo temamê xelkê Kurdistanê yên aştîxwaz.”
Peymana 11 ê adarê peymana lihevkirina serokê mezin Mele Mistefa Barzani ye ku serpereştiya PDK ê dikir. Di wê demê de tenha di Kurdistanê de weka partiyekî Kurdistanî PDK hebû. Piştî şerê 9 salan an ku Şorişa êlûnê, Barzaniyê mezin bi pêşmergeyên şorişa êlûnê ve, karibû hukumeta Bexdayê bîne ber çokên xwe û piştî dayîn û sitendinên siyasî, bi wan peymana 11 ê adarê ya sala 1970an bide îmzekirin.
Bidestkeftiyên wê demê hema weka yên îro bûn. Car din mesela Kerkûk û deverên arîşe li ser wan hebûn, weka îro di navbera her dû aliyan de problem bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin