Trump: Ji bo danûstandinan baweriya xwe bi Îranê nayînim

Trump: Ji bo danûstandinan baweriya xwe bi Îranê nayînim

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema vegara xwe ya ji Ohîoyê bo Washingtonê de bersiva pirsa rojnamevanan da û ragihand ku ew di danûstandinan de baweriya xwe bi Îranê nayîne.

Trump destnîşan kir ku ew kesê herî paşîn e ku bawerî bi Tehranê bîne û tekez kir ku berpirsên îranî di vê pêvajoyê de bi berdewamî derew li wî kirine.

Serokê DYAyê bal kişand ser rewşa herêmê û got ku kontrola Tengava Hurmizê niha di destê hêzên deryayî yên amerîkî de ye û ev der bi tevahî di bin kontrola wan de ye.

Li aliyê din Trump nûçeyên derbarê îdiayên bi awayekî nihênî veqetîna xwe ya ji Tirkiyeyê ya meha borî de piştrast kirin. Wî da zanîn ku piştî Civîna Bilind a NATOyê li Enqereyê, ji ber gef û fikarên ewlehiyê yên xizmeta nihênî, ew neçar ma balafireke din bikar bîne.

Trump diyar kir ku ew guh dide talîmatên xizmeta nihênî û artêşê, lewma piştî ku ji ber gefên ewlehiyê ji wî hat daxwazkirin ku balafira xwe biguherîne, wî jî ev daxwaz bi cih anî û bêyî pirskirina zêde siwarî balafira din bû.