Trump derbarê Îranê de sînyala danûstandinan da

Trump derbarê Îranê de sînyala danûstandinan da

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump derbarê îhtimala destpêkirina hevdîtinên bi Îranê re daxuyaniyeke nû da.

Trump got ku her çend niha rewş li gorî wan baş be jî, deriyên muzakereyan bi temamî negirtine û wiha got:

"Dibe ku di xaleke dî de muzakereyên bi Îranê re çêbibin, lê niha rewş pir baş e. Dîsa jî dibe ku di xaleke dî de dest pê bikin."

Trump gotinên xwe yên berê li ser kontrolkirina Tengava Hurmizê jî dubare kirin û behsa rêyên alternatîf ên neftê kir.

Serokê DYAyê diyar kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî û got ku cîhan êdî ji bo neftê berê xwe dide herêmên wekî Teksas, Alaska û Louisianayê yên Amerîkayê.