Reuters: Tirkiyê ji ber koronayê aktîfkirina S-400an pasxist

Reuters: Tirkiyê ji ber koronayê aktîfkirina S-400an pasxist

PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê dîyar kir ku Tirkîyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê aktîfkirina S-400 ên ji Rûsya hatibûn sitandin, paş xistiye.

Reutersê li ser zimanê rayedarekî Tirkiyê diyar kir ku Tirkiyê aktîfkirina pergala parastina esmanî yaS-400 betal nekiriye, lê wê ji bêr vîrusa koronayê bi derengî çêbe.

Moşekên S-400 ên ku Tirkiyê ji Rûsya kiribûn di navbera Enqere û Washingtonê de girjî çêkiribû.

Koşka Spî dixwaze ku Tirkîye sîstema S-400 nexebitîne, lê rayedarên Tirk didin zanîn ku ewê wê sîstemê aktîf bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin