Tirkiyê ji ber koronayê aktîfkirina s-400an pas xist

Tirkiyê ji ber koronayê aktîfkirina s-400an pas xist

PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariyaa Tirkîiê Îbrahîm Kalin dîyar kir ku wan aktîfkirina sîstema moşekan ya S-400 ya ji Rûsya hatibû kirîn, ji ber vîrusa koronayê paş xistiye.

Kalın, di civînekê rojnamevaniyê ya li ser înternetê de da zanîn ku her çiqas wan bicîhkirina moşekan paş xistiye jî ewê dev ji plana xwe bernedin û di demên pêş de wan bi cîh bikin.

Washington diyar dike ku ger Enqere S-400an aktîf bike ew ê bi dorpêçan re rû bi rû bimîne. Rêvebirîya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor ya NATO ye û diyar dike ku bi aktîfkirina S-400 wê bo F-35 yên Tirkîye dixwaze ji Amerîka bikire jî kêşe çêbin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin lê ji ber qeyrana vîrusa koronayê ew moşek neketin rojeva Tirkîyê.

Balyozê Amerîka yê li Enqerê David Satterfield jî di heman konferansê de diyar kir ku wan bi ‘’zimanekî zelal’’ ji Erdogan re gotiye kirîna S-400, wê bo Tirkîyê rîska dorpêçan çêke. Satterfield da zanîn ku wan rayedarên Tirk li ser vê rîskê çend caran hişyar kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin