PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê otomobîl û kamyonetekî li fetlanekê lihev ketin û qeza çêbû. Di qezayê de Muharrem Eser (24) ê ku otomobîlê dajot, jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê agir bi otomobîlê ket.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîsan çûn ciyê bûyerê. Cenazê Muharrem Eser birin morga tiba edlî û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin