Îranê, hêzên amerîkî weke ‘rêxistina terorê’ ragihand

Îranê, hêzên amerîkî weke ‘rêxistina terorê’ ragihand

PeyamaKurd - Piştî gava Amerîkayê ku Hêzên Şoreşa Îslamî weke ‘rêxistina terorê’ pejirandibû, Îranê jî bi heman şêweyî bersiv da Amerîkayê. Meclisa Îranê hemû hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn weke ‘rêxistina terorê’ qebûl kir.

Pêşnûma li meclisê bi 204 dengan hat erêkirin. Di dengdanê de 2 dengên ‘Na’ derketin û herwiha dengekî ji ne got erê û ne jî got na.

Piştî dengdanê Serokê Meclisê Ali Laricanî daxuyaniyek da û got, “piraniya beşdaran biryar erê kir û bi vê biryarê derket holê ku em li dijî Amerîka û neyarên din ên Îranê yekalî ne.”

Ji aliyê din ve hiken parlementeran pêşiyar kir ku tevahiya artêşa Amerîkayê weke rêxistineke terorî were qebûlkirin. Parlementeran herweha li parlementoyê dirûşemeya ‘Bimire Amerîka!’ berz kirin.

Li gorî pêşnûmayê, hemû hêzên şaxsî û taybet ên leşkerî û îstîxbarî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn weke trorîst hatin qebûlkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 8ê nîsanê eşkere kiribû ku Hêzên Şoreşa îslamî weke ‘rêxistinên terorî yên biyanî’ hatine qebûlkirin. Konseya Bilind a Ewlekariyê ya Îranê jî eşkere kiribû ku wan Fermandeya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) kiriye ‘lîsteya rêxistine terorî’. Biryara Amerîkayê duh bi fermî kete meriyetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin