PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya duyem a kabîneyê pêkanî.
Di civîna îro 22yê Tîrmehê de, li ser bicihanîna biryarên civîna yekem a hefteya borî biryar hatiye dayîn û herwiha bûyera êrîşa xwaringeha Hewlêrê jî hat şermezarkirin û sersaxî ji nas û malbatên kesên hatine kuştin re hat xwestin.
Dîsa di civîna encûmena wezîran a îro de, mijarên avakirina mekanîzmeyan bo wezîrtiyan, serdaneke din a payebilind bo Bexdayê û çalakirina malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê (GOV.KRD) jî hebûn.
Herwiha hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî ji bo amadekirina raporên xwe yên bo reforman mehek dem daye wezîran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin