PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir, artêşa Rûsyayê amadekariya êrîşên nû yên moşekî li dijî binesaziyên sivîl û enerjiyê yên Ukraynayê dike.
Zelenskiy di peyama xwe ya vîdyoyê ya rojane de ku bi şev li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir dubare kir ku şerê Rûsya û Ukrayna berdewam dike.
Zelenskiy bal kişand ku pevçûnên herî dijwar wek van demên dawî vê hefteyê jî li eniya Donetskê dewam kirin û got, "Rewşa eniyê gelekî giran e."
Zelenskiy eşkere kir, Rûsya xwe ji bo êrîşên nû amade dike û wiha got: "Em fêm dikin ku terorîst amadekariya êrîşên nû dikin. Em vê yekê teqez dizanin. Lê mixabin heta moşekên wan hebin ew ê bêdeng nebin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin