Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefonê bi Fuad Huseyîn re pêwendî danî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi rêya telefonê bi Fuad Huseyîn re pêwendî danî

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony J. Blinken, do bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Huseyîn re pêwendî danî û axivî.

Li gor Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Ned Price do Pêncşemê diyar kir: “Wezîr Blinken ji ber êrîşa terorîstî ya DAIŞê ya hovane, ku hefteya çûyî qewimîbû, sersaxî xwest. Her du wezîr pêgirîya ser Peymana Stratejîk û prensîbên lihevkirî yên vê peymanê dubare kir. Wezîr Blinken ji Wezîrê Derve û Hikûmeta Iraqê xwest ku daxwazên gelê Iraqê bi awayekî dadmendî û wekhevane bi cîh bînin.”

Herwiha Price destnîşan kir, Blinken piştgiriya xwe ya ji bo pêşniyara hilbijartina pêşdem ya di vê salê de diyar kir û got: “Wezîrê Blinken soza bi berdewamî karkirina bi Wezîrê Derve yê Iraqî Huseyîn kir ku Washingtonê di vê serdema COVID-19 de piştgiriya Iraqê bike ku aboriya xwe xurt bike, reformên bingehîn yên ekonomîk pêk bîne û peywendiyên bazirganî yên dualî xurt bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin