PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku ew ji bo xebitandina Balafirgeha Kabûlê ya Afganistanê ku piştî vekişîna Amerîka ketiye kontrola Talîbanê, bi Tirkiyê re hevdîtinan dikin..
Amerîkayê beriya vekişîna bi temanî ya ji balafirgeha Kabûlê ragihandibû ku ew ji bo birêvebirdina balafirgehê bi Tirkiye û Qeterê re hevdîtinan dikin.
Qeterê ew agahî piştrast kir û Wezareta Derve ya Qeterê ragihand, ew di mijara birêvebirina balafirgeha Kabûlê de bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.
Wezareta Derve ya Qeterê daye xuyakirin, "Em bi Tirkiyeyê re li ser egera piştevaniya teknîkî ya ji bo bikaranîna balafirgeha Kabulê dixebitin.”
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab jî li Qeterê ye û bi Emîrê Qeterê Şêx Temim bin Hemed El Sanî û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdurrahman El Sanî re li Dohayê dicive û rewşa Afganistanê gotûbêj dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin