Wezîrê Brîtanyayê Dominic Raab dest ji kar berda

Wezîrê Brîtanyayê Dominic Raab dest ji kar berda

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Dadê yê Brîtanyayê Dominic Raab ku derbarê wî de, ji ber zorbetiya xebatkarên wezaretê lêpirsîn hatibû destpêkirin, dest ji kar berda.

Raab nameya îstifayê pêşkeşî serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak kir û diyar kir ku ji ber du delîlên encama lêpirsînê biryara karvekrêşanê hatiye dayîn.

Herwiha Raab, beravajî îdiayan diyar kir ku wî ti zorbetî li xebatkaran nekiriye û bi wan de neqerîya ye.

Raab di nameya îstifayê de gotiye, ger ji ber stresa kar rayedaran zehmetî dîtibe jî ew lêborîna xwe ji wan dixwaze.

Lêpirsîna derbarê Raad de 5 meh in dewam dikir û derbarê tevgerên wî yên li ser xebatkarên wezaretê de, gelek gilî li ser hatibûn kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin