PeyamaKurd-Yekîtiya Ewropayê, welatên endam ji bo qutbûna ji nişke ve ya enerjiya Rûsyayê hişyar kir. Komîsyona Ewropayê, dorpêça petrolê jî di nav de dê pakêteke nû ya pêşniyazê pêşkêşî welatên endam bike.
Yekîtiya Ewropayê, ji bo qutbûna gaza ku ji Rûsyayê tê, hemû welatên endamên xwe hişyar kir. Wezîrên Enerjiyê û Hawirdorê yên ku rojek berê civiyabûn, biryar e îro vê rewşa ku ji bo gelek welatan aloziya enerjiyê derdixe pêş, bibin Komîsyona Ewropayê.
Moskow, ji bo sivikkirina dorpêçên madî, ji bo welatên ku wekî ‘Welatên ne dost’ destnîşan kiribû, daxwaza heqê gazê bi rûbleyan kiribû. Ji ber ku fîrmayan vê daxwazê red kiribû, Rûsyayê jî gaza Bulgarîstan û Polonyayê qut kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin