Hejmara 21emîn a kovara Dilopê derket

Hejmara 21emîn a kovara Dilopê derket

PeyamaKurd – Hejmara 21emîn a kovara Dilopê derket. Kovarê di vê hejmarê de ji bo 49em salvegera koça wî ya dawî Qedrî Can, dosyayek amade kiriye.

Di dosyeyê de mînakên helbestên Qedrî Can, kar û barên wî yên wêjeyî û siyasî, jiyana wî ya balkêş cî digirin. Herwiha Rêdûr Dîjle, Ayhan Erkmen, Prof. Dr. Merîwan Umer Dewlet, İsmail Dindar, Enwer Karahan bi nivîsên xwe di vê dosyayê de cih digrin.  

Di mehên dawîn de di nav entelektuelên Kurd de nîqaşek bi rê ve çû ku li ser têkiliyên Ermen û Kurdan û ‘mafê şeva ewil’ bû. Recep Maraşlı jî bi nivîseke balkêş beşdarî vê nîqaşê bûye. Dîsa nivîsa Mehmet Bayrak jî bo heman nîqaşê çavkaniyeke din e.

Mesut Alp, bi nivîsên xwe di vê hejmarê de jî berdewam e. Alp vê carê çîroka Îskender Zulqarnên bi rastiya wê ya civakî ve li ber çavan raxistiye.

Welat Esenê ku di Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî de bi ser ket,  ji wê dosyeya xwe bi du helbestan cara ewil li pêşberî xwîneran e.

Weke her hejmarê Dilopê cih daye helbest, makale, çîrok û wêneyan. İbrahim Karaca, Bernas Qerejdaxî, Kemal İnal, Namık Kuyumcu, Mela Mihyedîn, Can Eraldemir, Veysi Ülgen, Cuma Pîa û Mem Al bi nivîs, helbest û wergerên xwe; Fewzî Bîlge jî bi wêneyê xwe di hejmara dawî de cî girtine. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin