PeyamaKurd – Li ser torên medya civakî tomareke videoyî belav bû ku tê de bi dehan ciwanên Iraqê ji aliyê komeke çekdar ve dest û çavên wan girêdayî û hatine îşkence kirin xuya dike.
Çalakvanên Iraqê di torên civakî de bi awayekî berfireh tomarekî videoyî belav kirin ku di videoyê de bi dehan ciwan dest û çavên wan girêdayî û hatine îşkence kirin li erdê hatine dirêj kirin diyar dibe.
Di tomara videoyî de yek ji ciwanan dibêje ku çekdarekî şeva 06-07.12.2019ê piştî êrîşa Xelanî û Sink gazî wan kiriye û gefa kuştinê li wan xwariye, dema ku çûne gel wan jî çavên wan girêdane û bi qondaxên tifengê li wî dane.
Di videoyê de dengê karmendekî hêzên ewlehiyê yê ser bi fermandariya operasyonên Bexdayê de jî tê bîhîstin, ku ji wî ciwanê dest girêdayî re dibêje: “Em ji fermandariya operasyonên Bexdayê ne, netirsin emê we azad bikin, ewên ku wiha li we kirine çekdarên Hizbullah a Iraqê ne.”
Breaking: video shows officers and soldiers of the Baghdad operations Iraqi army command freeing hostages allegedly held by a militia in Sinak area (according to the military member speaking to a blindfolded person) #Iraq pic.twitter.com/vBKY9CffAj
— Steven nabil (@thestevennabil) December 8, 2019
Herî dawî şeva înê li qada Xelanî û pira Sink a Bexdayê komeke çekdar a rûpûşkirî êrîşî ser xwepêşanderan kiribû û di encamê de 25 kes hatibûn kuştin ku 4 kes ji kuştiyan endamên hêzên ewlehiyê bûn û 120 kes jî birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin