PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ku ji bo Washingtonê hatibû vexwendin, ragihand ku ew naçe dê bi şervanan re bimîne. Herwiha hat îdiakirin ku Kobanî li şûna xwe Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku wekî baskê siyasî yê HSDê tê zanîn, bi qasidiya xwe şandiye Amerîkayê.
Peyamnêrê Pentagonê yê Foreign Policy Lara Seligman, gotarek li ser rewşa dawî ya Rojava nivîsand û tê de got ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî biryar daye neçe Amerîkayê û li şûna xwe jî wekî qasid Îlham Ehmed şandiye.
Lara Seligman bi zarê çavkaniyên Kurd ên HSDê ragihandiye ku Mezlûm Kobanî gotiye ew dê di nav şervanên xwe de bimîne û naçe Washingtonê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin