PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî konferansa Berlînê ya bo çareseriya siyasî û aştiya Libyayê ragihand ku konferans ji hewlên Neteweyên Yekbûyî yên bo aştiya Libyayê re bûye alîkar û beşdaran li ser planeke berfireh li hev kiriye.
Merkel piştî konferansa ku 4 saetan dom kir bi Sekreterê NY Antonio Gutterres, Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û Nûnerê NY bo Libyayê Ghassan Salame re civîneke rojnamevanî li dar xist.
Merkelê da zanîn ku her kes di civînê de li ser proseya siyasî hevnêrîn bûye û got, “Konferansa Libyayê ji bo hewlên NY yên aştiyê li Libyayê bû alîkar. Me li ser planeke berfireh li hev kir. Hemû aliyê beşdar bi awayekî çêker xebitîn. Her kes dixwaze rêz li ambargoya çekan bê girtin. Em dizanin ku hemû pirsgirêkên Libyayê çareser nake. Ji bo pêkanîna komîteyên 5 û 5 ên leşkerî nav hatin dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin