CHP di rapirsîna Avrasya Arastirmayê de yekemîn derket

CHP di rapirsîna Avrasya Arastirmayê de yekemîn derket

PeyamaKurd Rapirsînek nû ji aliyê Avrasya Araştirmayê hat çêkirin û CHP di rapirsînê de yekemîn derket.

Li gor xwediyê kompaniyê Kemal Ozkîraz bi ser twittirê diyar kir, di rapirsînê de CHP bûye yekemîn, AKP duyemîn û HDP bûye sêyemîn. Heta niha yekem car e anketek encameke wisa belav dike.

Avrasya Araştirmayê,  di navbera rojên 24-31ê Rêbendana 2022yan de li 26 bajaran bi telefonê ligel 1860 kesî rapirsîn çêkiriye û pirsa, vê şemiyê hilbijartin çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kê kiriye.

Di encama rapirsînê de, sedî 11.5 yê bê biryar derketine. Bêyî ev bêne belavkirin di encamê de CHP bi sedî 25,1 bûye yekemîn, AKP bi sedî 23.3 bûye duyemîn û HDP bi sedî 11.4 bûye sêyemîn. Piştî yên bê biryar hatine belavkirin, encam wisa derketiye:

CHP, Sedî 28,4

AKP, Sedî 26,3

HDP, Sedî 12,9

Îyî Partî, Sedî 12,4

MHP, Sedî 6,0

Deva, Sedî 5.9

Gelecek, Sedî 1.8

Saadet, Sedî 1,7

Memleket, Sedî 1,1

Demokrat Partî, Sedî 1

TÎP, Sedî 0,9

BTP, Sedî 0,8

Yên din, Sedî 0,8

Herwiha di rapirsînê de ji bo berendamên hemberî Recep Tayyip Erdogan jî pirs hatiye kirin. Di vê pirsê de Ekrem Îmamoglu derketiye pêş. Îmamoglu bi sedî 48,6 derketiye pêş. Erdogan di sedî 31.1an de maye û ji sedî 12.2 bêbiryar in. Yên gotine ez bê biryar im û bi îhtîmaleke mezin ez ê deng bidim Erdogan jî sedî 5.6 derketine. Ji dêvla Îmamoglu, Mansur Yavaş û Kemal Kiliçdaroglu jî hatine pirsîn. Yavaş bi sedî 46.4, Kiliçdaroglu bi sedî 45,3 derketiye pêş.

Herî dawî li ser pirsa bi ya we pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye jî, ji edî 61.3 gotine aborî, sedî 16.1 gotine demokrasî, sedî 6,7 qala perwerdehî, tenduristî û ewlehî kiriye. Ji sedî 4ê wan jî gotine pirsgirêka Kurd.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin