Li Tengava Hurmuzê di keştiyekê de agir derket

Li Tengava Hurmuzê di keştiyekê de agir derket

PeyamaKurd - Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku di keştiyeke ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû de ji ber sedemeke ne diyar agir derketiye.

Hat diyarkirin ku ev bûyer li bakurê rojhilatê bajarê Xesebê yê ser bi Omanê rû daye û keştî di rêya derketina ji tengavê de bûye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derbarê rewşa ewlehiyê ya xebatkarên keştiyê, mîqdara ziyanê û bandora wê ya li ser derdorê de zanyariyên zelal nînin û lêkolîn berdewam dikin.

Rêveberiyê bang li keştiyên ku di wê herêmê re derbas dibin kir ku baldar bin û her rewşeke gumanbar di cih de ji UKMTOyê re ragihînin.