Li Tengava Hurmuzê êrîşî keştiyekê hat kirin: 1 birîndar

Li Tengava Hurmuzê êrîşî keştiyekê hat kirin: 1 birîndar

PeyamaKurd - Alozî û xetereya ewlehiyê ya di navbera DYA û Îranê de li Tengava Hurmuzê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO), tankereke ku ji Tengava Hurmuzê derdiket, li hemberî herêma Xeseb a Omanê rastî êrîşê hat.

Hat ragihandin ku ji ber ku tiştekî biyanî li keştiyê ketiye, di odeya motorê de ziyan çêbûye û endamekî ekîba keştiyê birîndar bûye.

UKMTOyê diyar kir ku tîmên Zêrevanên Sînor ên Omanê alîkarî gihandine keştiyê û ji ber vê bûyerê tu ziyana hawirdorî çênedaye.

Bang li hemû keştiyên ku di wê herêmê re derbas dibin hat kirin ku haydar bin û her rewşeke gumanbar bilez ragihînin.