Li Tengava Hurmizê êrîşî tankereke petrolê kirin

Li Tengava Hurmizê êrîşî tankereke petrolê kirin

PeyamaKurd - Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li Tengava Hürmüzê mühimmateke nenas li tankereke petrolê ketiye û di encamê de di keştiyê de şewat derketiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mûrettebatên keştiyê di nava ewlehiyê de ne, lê hîn mezinahiya zirarê û bandorên hawirdorê yên bûyerê ne diyar in.

UKMTOyê banga hişyariyê li keştiyên herêmê kir.

Ajansa nûçeyan a Îranê Farsê jî da xuyakirin ku sûpertankera ku bi qasî 2,5 milyon barîl petrol hilgirtibû, bi qasî 8 kîlometreyî li vekirahiya Ummanê rastî êrişê hatiye û şewat derketiye, lê belê derbarê alaya gemiyê û rewşa canî ya mûrettebatê de hîn agahiyeke berfireh nehatiye parvekirin.