Fransa: Ji bo kêmkirina ragesiyê em ê bi Îsraîl û DYA re bixebitin

Fransa: Ji bo kêmkirina ragesiyê em ê bi Îsraîl û DYA re bixebitin

PeyamaKurd – Fransa ragihand ku ji bo kêmkirina rageşiya Îsraîl û Lubnanê ew ê bi Îsraîl û DYA re bixebitin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ji bo kêmkirina rageşiya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê dê bi rêveberiya Tel Avîv û Washingtonê re bixebitin.

Li gorî nûçeya televîzyona giştî ya Fransayê Franceinfo, Macron di Lûtkeya Lîderên G7 ku bi mazûvaniya Îtalyayê tê lidarxistin de der barê rageşiya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê de daxuyanî da çapemeniyê.

Macron ragihand ku welatê wî ji bo kontrolkirina rageşiya li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê wê bi rêveberiya Washington û Tel Avîvê re li ser nexşerêyeke hevbeş bixebite.

Macron got: "Me hemûyan, bi taybetî bi Amerîka re, fikarên xwe yên derbarê rewşa li ser sînorê Lubnanê parve kirin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin