Li peravên Îzmîrê 17 jê zarok 78 koçber hatin rizgarkirin

Li peravên Îzmîrê 17 jê zarok 78 koçber hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Li peravên navçeyên Çeşme, Dîkîlî û Karaburun ên Îzmîrê 78 koçber hatin rizgarkirin û 102 koçber jî hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, li ser agahiya ku li peravên Çeşmeyê 2 botên lastîkî û di kelekekê de komek koçber hene, botên Ewlekariya Peravê sewqî herêmê hatin kirin.

Ekîban 78 koçberên neqanûnî, di nav wan de 17 zarok, bi 2 botên lastîkî û kelekek rizgar kirin.

Li peravên Dikiliyê piştî Radara Mobîl a Ewlehiya Peravê (MORAD-12) komek koçber di boteke lastîkî de tesbît kir, keştiyeke Ewlehiya Peravê ber bi herêmê ve hat şandin.

51 koçber ku 32 ji wan zarok bûn, di bota lastîkî ya rawestayî de hatin girtin.

51 koçberên ku 21 jê zarok bûn li bota lastîkî ya ku li peravên Karaburunê sekinîbûn ji aliyê tîmên Ewlehiya Peravê ve hatin girtin û derxistin bejahiyê.

Piştî karên wan koçber şandin Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin