PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Abay a Kazakistanê, di şewata daristanê de 14 karkeran can daye.
Wezareta rewşên awarte ya Kazakistanê, ragihandiye ku di encama şewata li daristanê de, piştî 3 karkeran, termê 11 karkerên daristanê yên din jî hatin dîtin û hejamara karkerên di şewatê de can dane gihîştiye 14 kesan.
Şewata daristanê ya li eyaleta Abay a Kazakistanê 8ê Hezîranê di nav rûbereke 60 hezar hektarî de dest pê kiribû û hîn jî xebatêr vemirandin û lêgerînê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin