PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di daxuyaniyeke çapemeniyê de bal kişand ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û helwesta Îranê ya li ser dabînkirina balafirên bêmirov. Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyê Rusya û Îranê hişyar kir.
Jens Stoltenberg, di serdana xwe ya keştiya balafiran a Gorge H. W ku li Adriyatikê ye û adîê Amerîkayê ye de ji bo rojnamevanan axivî. Stoltenberg bi rêya vê daxuyaniyê got,
“Divê Rusya ji bo zêdekirina hêrsê ya li Ukraynayê, hincetên sexte bi kar neyne û divê Îran jî di şer de alîkariya Rusyayê neke. Şerê li Ukraynayê, niha di qonaxeke girîng de ye. Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, li hember têkçûna xwe ya li qada şer, bi êrîşkariyeke hîn zêdetir bersivê dide. Rusya, li dijî wargehên niştîngehiyê û li dijî binesaziya sivîlan êrîşan dike.”
Stoltenberg bal kişand ser îdiayên Rusyayê yên ku dê Ukrayna li ser axên xwe, li dijî Rusyayê bombeya qirêj bi kar bîne û got,
“Hevkarên NATOyê, vê tawanbariya ku bi awayekî zelal tê dîtin ku şaş e, red dikin. Rusya li ser tiştên xwedî neyet e bike, hinekên din tawanbar dike. Divê Rusya ji bo zêdekirina hêrsê, hincetên sexte bi kar neyne. Cîhan, ji nêz ve van tiştan dişopîne.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê, li ser Îranê jî diyar kir ku ew dibînin Îran di rojên dawî de alîkariya leşkerî dide Rusyayê û eşkere kir ku ev helwesta Îranê nayê qebûlkirin û divê tu welatekî alîkariya Rusyayê neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin