PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayeq ve hat ragihandin ku 100 koçberên Êzidî yên li kampên Duhokê mane, vegeriyane Şingalê.
Li gorî daxuyaniya Îvan Fayeq, zêdetirî 1000 malbatên Êzîdî bi piştevaniya rêxistinên navdewletî ji Duhaokê vegeriyan Mûsilê û got ku lêkolînên di derbarê vê mijarê de berdewam in.
Fayeq bi berdewamî got ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê amade ye her cure alîkariyên mirovî û hêsankariyê ji bo vegera penaberan bo warên xwe pêşkêş bike.
Her wiha Berpirsê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas jî da zanîn ku li Herêma Kurdistanê 26 kamp hene ku 16 ji wan li Duhokê, 6 li Hewlêrê û 4 jî li Silêmaniyê ne û diyar kir ku piraniya koçberên ku li van kampan mane; ji Şengal, Nînowa Enbar û Selahedînê ne.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî ragihand ku hikûmeta Iraqê, bi erkê xwe yê alîkariya koçberan ranebûye û da zanîn ku nîvê wan koçberên ku hatine Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi cih bûne û got,
“Mixabin heta niha rewş asayî nebûye û tedbîr nehatine girtin ku koçberên Herêma Kurdistanê vegerin cihên xwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin